Şam – SANA
Sûrîyê pêşwazî li agirbesta Cejna Remezanê ya navbera Pakistan û Afganistanê kir, û ew wekî gaveke erênî ji bo kêmkirina alozîyê û xurtkirina ewlehî û aramîya herêmê bi rêya dîyalogê bi nav kir.
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyê hewldanên Qeter, Erebistana Siûdî û Tirkîyê di gihîştina agirbesta Pakistan û Afganistanê de bilind nirxand, û tekezî li ser girîngîya hevahengîya herêmî û piştgirîya Sûrîyê ji bo her destpêşxerîyeke ku ewlehî û aramîya gelên herêmê xurt dike, kir.
Pakistan û Afganistanê îro bi helkefta hatina Cejna Remezanê ya pîroz, rawestandina operasyonên leşkerî di navbera xwe de ragihandin, ku ji nîvê şeva Çarşemê heta nîvê şeva Duşema bê berdewam dike.