Stenbol-SANA
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê, îro Pêncşemê, tekez kir ku ew ê berdewam bin di hewldanên xwe de ji bo xurtkirina ewlehî û aramîyê li Sûrîyê, û vegera jîyana rojane ya gelê Sûrîyê bo rewşa xwe ya asayî.
Ajansa Anadoluyê ji zarê berdevkê Wezaretê Zekî Akturk veguhast, ku wî di kongireyê rojnamevanîyê yê heftane de gotiye: “Projeya pira li ser avê ku vê dawîyê li ser Çemê Firatê li Meyadînê li parêzgeha Dêrezorê hatibû avakirin, hevkarî û piştevanîya di navbera hêzên çekdar ên her du welatan de nîşan dide.”
Ev pir duyemîn projeya hevbeş a bi vî rengî ye di navbera Sûrîye û Tirkîyê de li parêzgeha Dêrezorê.
Ji alîyekî din ve, Akturk got: “Hikûmeta Îsraîlê li ber çavên civaka navdewletî, sîyaseta xwe ya dijminane ku her dixwaze cografîya xwe berfireh bike berdewam dike, bi armanca ku tevahîya Rojhilata Navîn bike qadeke şer û pevçûnê.”
Akturk dîyar kir ku “Îsraîl ji alîyekî ve çalakîyên xwe yên leşkerî berdewam dike; yekîtîya axa Sûrîye û Libnanê binpê dike. Ji alîyekî din ve niştecihên Israîlî li Filestînê hand dide li ser pêkanîna kiryarên terorîstî, û berdewam e di reftarên xwe yên hêrsçêker de yên ku rewşa dîrokî û qanûnî ya cihên pîroz li Qudsê ku tenê taybet in bi misilmanan, binpê dikin.”
Her wiha Akturk tekez kir ku “ev kiryarên Îsraîlê ne tenê zirarê didin aramî û ewlehîya herêmî, lê belê zirarê didin aramî û ewlehîya cîhanê jî, û bawerîya gelên herêmê bi qanûna navdewletî nahêlin.”
Li dawîyê tekez kir ku Tirkîye berdewan bi bîr bixe ku berpirsyarîyeke hevpar dikeve ser milê civaka navdewletî da ku li hember vê nêzîkatiya Îsraîlê ya berfirehker, gavên şênber û karîger bavêje.