Şam-SANA
Îro Duşemê, Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî pêwendîyeke telefonî ji Serokê Encumena Wezîran a Libnanê Newaf Selam wergirt, di pêwendîyê de geşedanên herî dawî yên herêmî û di serî de êrîşên Îsraîlê yên berdewam li ser başûrê Libnanê, û bandorên wan li ser ewlehî û aramîya herêmê hatin gotûbêjkirin.
El-Şeybanî di pêwendîyê de tekezî li ser rawestana Sûrîyê li kêleka Libnanê ya bira kir, her wiha her du alîyan têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de, û awayên pêşxistina wan û xurtkirina hevkarîya hevbeş di warên cuda de gotûbêj kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên her du gelên bira bike, ligel tekezkirina li ser piştgirîkirina serwerî û aramîya Libnanê.