Rîyad-SANA
Kombenda Cîhana Îslamî pêşwazî li lihevkirina navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kir û bal kişand ser hewldanên ku piştgirîya karwana pêkanîna ewlehî, aramî û geşedanê li Sûrîyê dikin.
Emîndarîya Giştî ya Kombenda Cîhana Îslamî di daxuyanîyekê de îro înê ragihand: Sekreterê Giştî û Serokê Desteya Zanayên Misilman Dr. Mihemed bin Ebdulkerîm El-Îsa tekezîyê li ser piştgirîya Kombendê ji bo hewldanên xurt ên Hikûmeta Sûrîyê di parastina gelê Sûrî û parastina yekîtî û serwerîya welêt de dûpat dike.
El-Îsa hewldanên Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di beşdarîkirina gihîştina vê lihevkirinê de û her wiha bersivdana Hikûmeta Sûrîyê û HSDê ji bo van hewldanên hêja bilind nirxand.