Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: ​El-Şeybanî û Rasmussen: Sûrîye û Danîmarka ber bi Hevparîyeke Giştgir û Hevkarîyeke Berfireh ve Diçin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Sûriyê û Cîhan > ​El-Şeybanî û Rasmussen: Sûrîye û Danîmarka ber bi Hevparîyeke Giştgir û Hevkarîyeke Berfireh ve Diçin

​El-Şeybanî û Rasmussen: Sûrîye û Danîmarka ber bi Hevparîyeke Giştgir û Hevkarîyeke Berfireh ve Diçin

Hat weşandin: 2026/09/01 7:37 PM
Hat nûkirin: 2026/09/01 7:37 PM

​Şam-SANA

​Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û hevtayê wî yê Danîmarkî Lars Lokke Rasmussen, tekezî li ser arasteya Sûrîye û Danîmarkayê ya ber bi avakirina hevparîyeke giştgir û bihêzkirina hevkarîya di navbera her du welatan de kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike û beşdarî piştgirîya aramî û başbûna Sûrîyê bibe.

​El-Şeybanî îro Sêşemê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel hevtayê xwe yê Danîmarkî li Koşka Tişrînê ya li Şamê got: Sûrîye û Danîmarka ber bi avakirina hevparîyeke giştgir û hevkarîyeke berfireh di warên sîyasî, aborî, geşepêdan û mirovî de diçin. Destnîşan jî kir ku vekirina Balyozxaneya Danîmarkayê li Şamê gaveke girîng e di pêşxistina peywendîyên dualî de û nêzîkatîyeke Ewropî ya her ku diçe mezin dibe ber bi vebûna li ser Sûrîya nû ve nîşan dide.

​Peymana Hevparîyê

​El-Şeybanî dîyar kir ku di gotûbêjan de karê li ser peymana hevparîyê ku çarçoveyeke sazûmanî ji bo hevkarîya her du welatan di hemû waran de pêk tîne, hate gengeşekirin. Her wiha derbaskirina Encumena Kar a Sûrî-Danîmarkî ji çarçoveya rêkeftina teorîk bo qada cîbicîkirina pratîk û berhemdar hat gotûbêjkirin.

​Navborî bang li kompanyên Danîmarkî kir ku sûdê ji derfetên veberhênanê yên li Sûrîyê wergirin, nexasim di sektorên enerjîya nûjenbar, av, çandinî û veguhastina deryayî de.

​Destnîşan jî kir ku di gotûbêjan de dosyaya başbûnê û rakirina bermahîyên şer û mînan hate giftûgokirin, wekî pêşgavîyeke bingehîn ji bo amadekirina zevîyan ku bibin wekî cihên ewle û guncaw ji bo niştecîbûn û hilberînê, tevî dosyaya Sûrîyên li Danîmarkayê. Li alîyê din jî, dupat kir ku dergehên Sûrîyê li pêşberî hemû gelên wê bêyî cudahî vekirî ne û piştgirîya vegera wan a bi dilxwazî û ewle dike.

​El-Şeybanî got jî: “We piştrast kir ku Danîmarka dostê gelê Sûrîyê ye, û dostanîya rastîn di du qonaxan de tê ceribandin; dema ku helwest biha bin, û dema ku amade û hêsan bin. We di ya yekem de hebûna xwe îsbat kir, û va ye hûn îro di ya duyem de jî bi me re radiwestin.”

​Her wiha lê zêde kir û got: “Piştgirîya we ya mirovî di salên Şoreşa Sûrîyê de amade bû, û hûn di refên pêşîn ên destpêşxeran de bûn. Em berdewamîya hebûna meydanî ya Encumena Danîmarkî ya Penaberan û hewldanên wê yên di rakirina mînan, dabînkirina avê, piştgirîya çandinî û debara jîyanê de bilind dinirxînin.”

​Wezîrê Derve û Koçberan li dawîyê jî helwestên Danîmarkayê yên di piştgirîkirina yekîtîya Sûrîyê û serxwebûna biryara wê ya niştimanî de li Encumena Ewlehîyê, bilind nirxand.

​Geştên Rasterast di navbera Şam û Kopenhagê de

​El-Şeybanî amaje bi wê yekê kir ku geştên esmanî yên rasterast di navbera Şam û Kopenhagê de dê di 21ê vê Îlonê de dest pê bikin, bi awayekî ku xizmeta revenda Sûrî bike û peywendî û girêdana navbera her du welatan xurt bike.

​Sûrîye Baş Dibe û Dostên wê ji bo Piştgirîyê Amade ne

​Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Danîmarkayê, Lars Lokke ​Rasmussen, piştrast kir ku Sûrîye piştî wan salên ku di bin sîya rejîma hov a Esed de derbas kirin baş dibe, û destnîşan kir ku dostên wê her tim amade ne alîkarîya wê bikin.

Wî da zanîn jî ku serdana wî ya bo Şamê avaker bû, ji ber ku ligel Serok Ehmed El-Şeri’ û hejmarek berpirsan hevdîtin û gotûbêjên erênî derbarê pêşxistina hevkarîya di navbera her du welatan de pêk anîn.

​Hevkarîya Aborî û Peymana Hevparîyê

Rasmussen bal kişand ser wê yekê ku di gotûbêjan de derfetên xurtkirina hevkarîya aborî ya dualî hatin gengeşekirin, û kerta karsazîyê ya Danîmarkî amade ye li bazara Sûrîyê veberhênanê bike. Zelal jî kir ku wan li ser destpêkirina amadekirina peymana hevparîyê ku çarçoveyeke hevkarîya pêşerojê ya navbera her du welatan pêk tîne, li hev kiriye, ligel xebata jinûvevekirina Peymangeha Danîmarkî li Şamê di zûtirîn dem de.

​Navborî dîyar kir ku Danîmarka yek ji wan welatên pêşîn bû ku piştgirîya rakirina cezayan li ser Sûrîyê kir, her wisa dibîne ku vekirina balyozxaneyê li Şamê gaveke girîng e ber bi hevkarîyeke bihêztir ve. Wekî din jî, da zanîn ku hevkarîya pêşerojê dê başbûn, bazirganî, jinûveavakirin, koçberî, veberhênan û ewlehîyê li xwe bigire.

​Piştgirîya Vegera Dilxwazî ya Sûrîyan

​Rasmussen tekez kir ku Danîmarkayê plan ji bo piştgirîkirina wan Sûrîyên ku dixwazin bi dilxwazî vegerin welatê xwe danîne. Wî destnîşan kir ku hejmarek ji Sûrîyên li Danîmarkayê dimînin sûd ji van plan û bernameyan wergirtine, û bal kişand ser wê yekê ku welatê wî tenê ji alîyê koçberîyê ve li têkilîya bi Sûrîyê re nanêre, lê dixwaze beşdarî avakirina civakeke Sûrî ya ku di nava aştîyê de dijî bibe.

​Hevparîyeke Giştgir

Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Lars Lokke ​Rasmussen, li dawîyê jî piştrast kir ku Kopenhagen li benda hevparîyeke giştgir e ligel Şamê ku xwe dispêre berjewendîyên hevbeş û tenê bi alîyê aborî ve nayê sînordarkirin, belkî hevkarîya ewlehîyê jî li xwe digire. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku rizgarkirina Sûrîyê derfetek ji bo alîkarîya di çespandina aramîyê de li tevahîya herêmê vekir.

Erkê Pinheiro Wekî Serokê Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe ya Derbarê Sûrîyê Bi Dawî Dibe
Tirkîye Piştgirîya Nexşerêya Sûrîyeyê ji bo Çareserkirina Krîza Siwêdayê Dike
El-Şeybanî: Sûrîye bi Xurtî Ber bi Aramî, Pêşketin, Dadwerî û Têkilîyên Cîhanî de Diçe
El-Şeybanî bi Hevtayê xwe yê Fransî re li Kêleka Çalakîyên Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê Civîya 
Posta Sûrîyê û Encumena Posta Urdunê Dicivin
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Danîmarka​Es'ed Hesen El-ŞeybanîLars Lokke RasmussenSûrîyeWezîrê Derve yê DanîmarkîWezîrê Derve yê Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tîmên endazyarîyê zevîya dawî ya mînan li gundewarê Şamê paqij dikin

September 15, 2026

Bi Beşdarîya Zêdetirî 50 Kompanyan.. Wezareta Derve Pêşwazî li Şandeke Aborî ya Amerîkî Kir

September 15, 2026

15 Werzişvan Nûnertîya Sûrîyê di 9 Lîstikan de di Asiad Japonê ya 2026an de Dikin

September 15, 2026

​Serok El-Şeri’ li Kêleka Lûtkeya Medyaya Erebî li Dubayê ligel Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê Dicive

September 15, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?