Şam-SANA
Bi helkefta 80 salîya Cejna Celayê (derketina Fransa ji Sûrîyê), Şahê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz Al Siûd û Şahzadeyê Cînişîn Mihemed bin Selman pîrozbahî li Serok Ehmed El-Şeri‘ kirin.
Ajansa Nûçeyan a Siûdî “WAS” îro Înê ragihand ku Şah Selman û Şazadeyê Cînişîn Mihemed pîrozbahîyên xwe yên herî germ û hêvîyên xwe yên herî baş ji bo tenduristî û bextewarîya Serok El-Şeri’ anîn ziman û ji bo hikûmet û gelê bira yê Sûrîyê aramî û ewlehîya berdewam xwestin.
Sûrî her sal di 17ê Nîsanê de salvegera derketina leşkerê dawîn ê Fransî ji welatê xwe pîroz dikin, piştî serdema mêtingerîyê ku ji sala 1920 heta 1946an dom kiribû.