Parîs-SANA
Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştgirîya welatê xwe bo lihevkirina giştî ya navbera Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê tekez kir.
Macron îro înê di daxuyanîyekê de li ser hesabê xwe yê Xê got: “Fransa piştevanîya Sûrîyeke xwedî serwerî, yekbûyî û aram dike, ku di nava aştîyê de be, rêzê li hemû pêkhateyên xwe bigire û bi temamî beşdarî têkoşîna li dijî terorê bibe.”
Serokê Fransayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez pîrozbahîyê li Serok Ehmed El-Şeri’ û General Mezlûm Ebdî dikim ji bo pejirandina lihevkirineke giştî îro sibehê, ku rê li ber agirbesteke mayînde vedike û yekbûna aştîyane ya HSDê garantî dike. Fransa dê piştgirîya cîbicîkirina tam a vê peymanê bike.”
Macron di dawîyê de bal kişand ser wê yekê ku Fransa bi koordînasyona bi hevkarên xwe re, di piştgirîkirina Sûrîyê û gelê wê de li ser rêya aramî, dadperwerî û jinûveavakirinê berdewam e.