Heleb -SANA
Peyamnêrê SANAyê, ragihand ku li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefîyê, li Helebê, her du alî rêkeftin û agirbest hat ragihandin. Ji ber ku Hêzên Sûrîya Demuqrat (HSD), doh bi şev rêbendên Hêzên Ewlekarîya Hundurîn li derdora Şêx Meqsûd kiribûn armanc û di encamê de endamekî hêzên hikûmetê şehîd ketibû û çar jî birîndar bûbûn.
Her weha taxên sivîlan li derdora Şêx Meqsûd û Eşrefîyê bi hawenê û çekên giran kiribûn armanc û segvanên wan li ser banên hindek avahîyên taxê bi cih bûbûn, û zîyana wan gihiştiû heta bi taxa Mîdan û Bustan Başa jî. Di encamê de, hejmarek sivîl -jin û zarok jî di nav de- birîndar bûn û bo nexweşxaneya Razî hatin veguhestin.
Ji ber heman sedemê, li taxa Seyfuldewleyê, sivîlek şehîd ket û çarên din jî birîndar bûn, û jinek li taxa Şêx Taha bi guleyên segvanên HSDê yên li taxa Şêx Meqsûd bi cih bûbûn, birîndar bû.
Tuneleke HSD hat dîtin û teqandin
Jêdereke leşkerî ji SANAyê re da xuyakirin ku hêzên artêşê doh tuneleke HSDê dîtibû ku deverên wan û yên artêşê û hêzên ewlekarîyê yên li derdora Eşrefîyê, pev ve girêdidan, ew tunel hat teqandin. Her weha amaje kir ku HSDê ew tunel ji bo pêkanîna kiryarên xerab amade kiribû; ji bo çûna bi dizî û pêkanîna operasyonan li dijî hêzên artêşê û yên ewlekarîyê, bi kar tanî.
Heman jêderê bal kişand ser wê yekê ku piştî hêzên artêşê tunel dît û teqand, HSDê endamine xwe bi cilên sivîlan û li gel rêbendên Ewlekarîya Hundurîn bi dar û keviran pev çûn ji bo mijûlkirina wan berî ku endamine wan ên çekdar bi dizî derbas bibin rêbendan bikin armanc. Ji ber wê yekê, artêşê dest bi danîna rêbendan kir ji bo girtina rêyên ku tên deverê, û careke din hêzên xwe li hawîrdorê belav kirin.
Karûbarên artêşê û belavbûna wan:
Ofîsa Ragihandin û Peywendîyan ya Wezareta Berevanîyê, da xuyakirin ku tevgera artêşa dewleta Sûrîyê li gorî wê planê hat ku li ser hin tewerên bakur û rojavayê Sûrîyê careke din belav bibin, piştî dubarebûna dijminkarîyan û aramanckirina sivîlan, û tekezî li ser pabendîya bi rêkeftina 10 Adarê û tunebûna nêteke pêkanîna operasyênên leşkerî kir.
Parêzgerê Helebê: Em pabendî Rêkeftina 10 Adarê ne û derîyên goftûgoyan vekirî ne
Parêzgerê Helebê ‘Ezam El-Xerîb, tekez kir ku Hêzên Ewlekarîya Hundurîn û yên Wezareta Berevanîyê, ji bo parastina ewlekarîya welatîyan tev digerin. Her weha dîyar kir ku belavbûna hêzên ewlekarîyê li derdora bajêr, piştî binpêkirinên HSDê û bi piştgirîya komine dervî yasayê ku berê xwe li wan girtibû, tê.
Parêzgerê Helebê dîyar kir ku hikûmet bi her awayî kar dike ji bo pabendbûna bi Rêkeftina 10 Adarê, û hîn jî rêyên danûstandinê vekirî ne, û da xuyakirin ku hikûmet li gel alîyên peywendîdar tev digere ji bo dabînkirina hêminîyê û rawestandina şer û pevçûnan.
Tê zanîn ku di 10 Adara bûrî de, dewleta Sûrîyê gihiştibû rêkeftinekê li gel HSDê ku di encamê de HSD tevlî dezgehên dewletê dibe, û tekezîyê li ser yekbûna xaka Sûrîyê û redkirina parçekirinê dike.