Wașington-SANA
Serokê Komara Erebî ya Sûrî, Ehmed El-Şeriʼ, di serdaneke fermî de bo Amerîkayê gihîşt Wașingtonê.
Serok El-Şeriʼ roja Duşemê li Koşka Spî bi Serok Donald Trump re dicive.
Serok El-Şeriʼ wek serokê şandeyeke hikûmetê beşdarî beşa serokatîyê ya Karûbarên Lûtkeya Keşhewayê COP30 bû, ya ku di 6 û 7ê heyva mijdarê de li Beléma Brezîlyayê hate lidarxistin, û bi hejmarek serokên dewletan, berpirsên hikûmetê û nûnerên rêxistinên navneteweyî re civîya.
Tê zanîn ku Serok El-Şeriʼ di meha Îlonê de serdana bajarê New Yorkê kiribû da ku beşdarî civîna 80emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe, li wê derê bi gelek rêber û nûnerên welatên beşdar re civîya.