Şam-SANA
Wezareta Çandê ya Sûrîyê ji sibe Yekşemê 1ê Sibatê pê ve, di çarçoveya plana wezaretê ya sala 2026an de ji bo xurtkirina dîmenê çandî û çalakkirinarola rêveberîyên çandê li ser asta parêzgehan, çalakîyên “Hefteya Şanoya Sûrî” li Şamê û hejmarek parêzgehan dide destpêkirin.
Li Şamê, çalakî bi du semîneran li her du navendên çandî yên Ebû Rumanê û Mezê dest pê dikin; ya yekem bi sernavê “Şanoya Sûrî di navbera Rastî û Armancan de” ji alîyê Dr. Ecac Selîm ve, û ya duyem bi sernavê “Şanoya Sûrî di navbera Kelepora Çandî û Astengîyên Rastîyê de” bi rêveberîya şanoger Xezwan Belih. Her wiha navenda çandî ya Berzê dê bibe şahidê şanoyeke zarokan bi navê “Ez ji dibistana xwe hez dikim”.
Her wiha çalakîyên hefteyê dê şanoyên ji bo zarok û mezinan li navendên Ebû Rumanê, Mezê, Meydan, Berzê, ′Edewî û Kefersûsê li Şamê û li navendên çandî yên parêzgehan li xwe bigirin. Di nav de giringîyeke taybet tê dayîn bo pêşkêşkirina şanoyên taybet ji bo kesên xwedî pêdivîyên taybet, ligel pêşbazî û kargehên şanoyî ji bo zarokan, bi awayekî ku alîyê şahî û perwerdeya hunerî xurt bike û çîrok û ezmûnên Sûrî nîşan bide.
Li parêzgeha Himsê, sibe li navenda çandî ya bajêr semînereke ramanî bi navê “Taybetmendîyên Dramaya Şanoyî ya Piştî Rizgarkirinê” tê lidarxistin. Ebdulkerîm ′Umrên dê serokatîya rûniştinê bike û tê de Hesen ′Eqle, Samir Îbrahîm û Husên El-Nasir derbarê geşedana şanoya Sûrî ji destpêkê heta qonaxa piştî rizgarkirinê de biaxivin.
Her wiha çalakîyên hefteyê şanoyên zarokan li parêzgehên cuda li xwe digirin, ji wan şanoya “Serpêhatîyên Zebeş û Morîyê” li Mala Çandê ya Derayê, sibe Yekşemê bi derhênerîya mamoste Fîras El-Muqbil tê pêşkêşkirin.
Ev çalakî di çarçoveya hewldanên wezaretê de ne ji bo çalakkirina jîyana çandî û hunerî li parêzgehan û pêşkêşkirina naverokeke şanoyî ya dewlemend ku peyamên civakî û şahîyê digihîne hev, li ser wê yekê ku Rêveberîya Şano û Mûzîkê dê di nava salê de bernameyên hûrgulî yên zêdetir eşkere bike.




