Hewlêr – SANA
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Mersûma Serokatîyê ya hejmar 13 a taybet bi welatîyên Kurd ên Sûrîyê kir û ev mersûm wek pêngaveke sîyasî û yasayî ya girîng li ser rêya avakirina dewleta nû ya Sûrîyê bi nav kir.
Îro Şemîyê, Barzanî di daxuyanîyeke xwe de, piştevanîya xwe ji bo her hewleke ku armanca wê avakirina dewletekê li Sûrîyê be ku hemû pêkhateyan bêyî cudahî yan paşguhxistin li xwe bigire, tekez kir. Her wiha destnîşan kir ku divê mafên sîyasî û çandî yên her kesî werin parastin, bi awayekî ku beşdarî xurtkirina ewlehî û aramîya herêmê bi giştî bibe.
Barzanî amadehîya xwe ya temam ji bo her cure hevkarîyê bi dewleta Sûrîyê re dûpat kir, bi awayekî ku xizmeta daxwazên gelê Sûrîyê bike û aştîyeke mayînde pêk bîne.
Li dawîyê jî, Barzanî da zanîn ku rêzgirtina li pirrengî û wekhevîyê çavkanîya hêza dewletê û bingeheke sereke ya aramî û aştîyê ye. Barzanî bang li hemû Sûrîyan kir ku bi hev re kar bikin û zimanê dîyalogê li şûna tundûtûjîyê bidin pêş, da ku mekanîzmayên cîbicîkirinê yên zelal deynin ku vê mersûmê veguherînin sîyaset û kiryarên berbiçav li ser erdê.