Meke-SANA
Hecîyên Sûrî ji sibeha îro Duşemê ve, di Roja Terwîyê de, dest bi çûna ber bi Meş’era Mînayê kirin ji bo bicihanîna menasikên hecê yên îsal 1447ê Koçî – 2026ê Zayînî.
Rêveberê Îdareya Hec û Umreyê li Wezareta Ewqafê Mihemed Nûr E’rec di daxuyanîyeke çapemenîyê de dîyar kir ku 24.500 hecîyên Sûrî sibeha îro li gorî planên veguhastinê yên pejirandî, dest bi çûna ber bi Cihên Pîroz kirin. Beşek ji hecîyan berê xwe da Meş’era Mînayê da ku Roja Terwîyê li wir derbas bikin, lê beşê din rasterast derbasî çadirgehên Erefatê bûn.
E’rec bang li hemû hecîyan kir ku pabendî rênima û demên veguhastinê yên hatine ragihandin bin, û bi serpereşt û serokên koman re hevkarîyê bikin, ji bo parastina silametîya wan û ji bo ku plan bi awayekî serkeftî bi rê ve biçin.





