Waşington – SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump, ragihand ku êrîşa îro ya li nêzîkî bajarê Tedmurê ya ku Hêzên Ewlekarîya Sûrîyê û Hêzên Amerîkayê kirin armanc, êrîşeke terorîstî ya rêxistina DAIŞê li dijî Amerîka û Sûrîyê bû, û tekez kir ku dê bersiv zehf tund be.
Trump di nivîseke xwe de li ser platforma “Truth Social” got: “Em xemgînîya xwe bi jidestdana sê welatparêzên me yên Amerîkî yên hêja li Sûrîyê, ku du leşker û wergêrekî sivîl in, radigihînin, û em hêvîya rihetîyeke zû ji sê leşkerên birîndar re, ên ku nû hate piştrastkirin ku rewşa wan baş e, dikin.”
Trump wiha jî got: “Ev êrîşa terorîstî ya rêxistina DAIŞê li dijî Amerîka û Sûrîyê bû, li herêmeke pir metirsîdar ji Sûrîyê ku ne di bin kontroleke tam de ye. Serokê Sûrîyê, Ehmed El-Şeri’, ji ber vê êrîşê pir bi hêrs û aciz e, û dê bersiveke zehf tund hebe. Spas ji bo ginringîdana we ya bi vê mijarê.”
Îro, li bajarê Tedmurê yê gundewarê Himsê, êrîşeke çekdarî pêk hat, dewrîyeyeke hevbeş a hêzên Ewlekarîya Sûrîyê û Hêzên Amerîkî kir armanc. Dema ku wan gereke meydanî li herêmê pêk dianî, çekdarekî ew gulebaran kirin, di encamê de du leşkerên Amerîkî û wergêrekî sivîl hatin kuştin, ji bilî birîndarbûna sê leşkerên Amerîkî û du endamên ewlekarîya Sûrîyê.