Menama-SANA
Nûnerê Amerîkayê ji bo Sûrîyeyê Thomas Barak, dabaşa geşbînîya welatê xwe derbarê karînên Serok Ehmed El-Şeri’ di pêkanîna aramî û geşepêdanê de ji bo Sûrîyeyê kir, û pesnê destkeftîyên Sûrîyeyê di nava yazdeh mehên borî de da.
Nûnerê Amerîkî di dema beşdarîya xwe ya di Foruma Dîyaloga Menamayê de dîyar kir ku Dewletên Yekbûyî gelek çareserî ji bo piştgirîya Sûrîyeyê di mijarên penaber û koçberan de pêşkêş kirine, her wiha alîkarî di çareserkirina dosyaya çekên kîmyewî yên rejîma berê de jî kiriye.
Barak amaje bi wê yekê kir ku Sûrîyeyê gotûbêjên avaker ligel “HSD”ê derbarê peymana 10ê Adarê de pêk anîne, bi awayekî ku aramîya wê xurt dike û hewlên wê ji bo rûbirûbûna astengîyan xurtir dike.
Li dawîyê jî, Barak dîyar kir ku têkilîyên di navbera Sûrîye û Tirkîyeyê de li ser bingehên hevpar û avaker dirust dibin, û bal kişand ser xwestekeke mezin ji alîyê gelek kompanîyên Tirkî ve ji bo bidestxistina derfetên veberhênanê li Sûrîyeyê.