Şam-SANA
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan li Sûrîyê ragihand ku kar li hemû dergehên sînorî yên bi Tirkîyê re ji bo 24 saetan bi rengekî demkî hatiye rawestandin. Ev rawestandin wekî encama karên parastina teknîkî li ser pergala elektronî li alîyê Tirkîyê pêk tê.
Desteyê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê got: “Rawestandina demkî ya dergehan dê ji saet heştê sibeha roja Çarşemê 31.12.2025an dest pê bike û heta saet heştê sibeha roja Pêncşemê 01.01.2026an berdewam bike.”
Rêveberê Têkilîyan di Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan de Mazin Elûş, di Cotmeha borî de ragihandibû ku demên kar li hin dergehên sînorî yên Sûrîyê yên bi Tirkîye û Libnanê re hatine guhertin, bi armanca birêxistina tevgera derbasbûnê û baştirkirina xizmetên ji bo rêwîyan.