Şam-SANA
Berpirsê Karubarên Balyozxaneya Almanî li Şamê Clemens Haach, tekez kir ku serdana Şanda Almanî bo Sûrîyê derfetek e ji bo vegerandina peywendîyan bi hevkarên me yên Sûrî re, amaje jî kir ku nêrîna derbarê rewşa abûrî li Sûrîya nû zelal e.
Ev serdan di çarçoveya çalakîyên Foruma Aborî ya Sûrî-Awistiryayî-Almanî ya 2025an de bû, tê de karsaz û sazî ji her sê dewletan beşdar bûn.
Beşdaran tekezî li ser giringîya pêşxistina hevkarîya abûrî û xurtkirina hevbeşîyê ji bo piştgirîya jinûveavakirinê kirin, her weha tekez kirin ku berdewamîya guftugoyan dê asoyên nû li pêşîya veberhênanên hevbeş li Sûrîyê veke.