Madrîd-SANA
Di çarçoveya hevrikîyên gera pêncem de ji Xula Îspanya ya Futbolê, Real Madrîd di yarîya ku duh Şemîyê di navbera wê û Rayo Valekano de li yarîgeha Santiago Bernabéu de hat lidarxistin, serkeftineke mezin bi encama (4-1) bi dest xist.
Kylian Mbappé yê fransî dergehê tomarkirinê ji bo Realê ji lêdana cezayê di xuleka 14an de vekir, berî ku Carreras gola duyem di xuleka 17an de zêde bike, Jude Bellingham jî gola sêyem di xuleka 35an de ji pasa Vinícius Júnior tomar kir.
Tevî ku Rayo Valekano ve di xuleka 51ê de cudahî kêm kir, Mbappé dîsa vegerîya û encam bi gola çarem di xuleka yekem a demê zêdekirî de bi dawî kir.
Bi vê serkeftinê, Real Madrîd vegerîya ser rêya serkeftinan û hejmara xalên xwe gihandin 12 xalan, û di rêzbendîya xulê de bi Barcelonayê re wekhev bû.