Şam-SANA
Dezgeha teknîkî ya tîma Sûrîyê ya futbola biçûk, îro Duşemê lîsteya lîstikvanên ku têne gazîkirin radihand; lîstikvan dê tevlî kampa rahênanê ya ku di navbera 7 û 10ê vê Êlûnê de li Şama paytext tê plankirin binin.
Ev kamp di çarçoveya plana amadekarîyên ji bo bilindkirina asta amadebaşîya teknîkî, laşî û taktîkî ya lîstikvanan, û afirandina hevgirtinê de tê’ berî destpêkirina hevrikîyên Kûpa Asyayê ya Futbola Biçûk ya ku Endonezya di 12ê vê Êlûnê de mêvandarîya wê dike.
Lîsteyê ev lîstikvan li xwe girtin: Ehmed Basim El-Sebax, Ehmed El-Ebdullah, Bîlal Naqûh, Huzeyfe Xelûf, Husên El-‘Es, Zahir Erabî, Ebdulbasit Hesûn, Ebdulbasit Mîno, Ebdulrehman El-Omer, Ebdullah El-Kenakrî, Elî El-Nabulsî, Fadî El-Misrî, Mihemed Erabî, Mahir Arife, Mustefa El-Erneb.