Teşkent-SANA
Şandeya tîma Sûrîyê ya ciwanan a futbolê ji bo amadekarîyên beşdarbûna di lîstikên hilbijartinê yên Asyayê de yên ku derbasbûnê bo Fînalên Kûpa Asyayê ya di bin 20 salî de misoger dikin, duh Înê gihîşt paytexta Ozbekistanê Teşkentê.
Tîmê amadekarîyên xwe bi pêkanîna yekem xulên rahênanê li yarîgeha Bunyodkorê li Teşkentê dest pê kirin.
Tîma Sûrîyê ya ciwanan a futbolê beşdarî hevrikîyên koma duyem a ligel tîma Ozbekistan, Hindistan û Bangladeşê dibe.
Tîma me lîstika xwe bi rûbirûbûna tîma Hindistanê di 31ê vê Tebaxê de dest pê dike, û di 3ê Êlûna bê de bi tîma Bangladeşê re dilîze, û di 6ê Êlûnê de bi tîma Ozbekistanê re bi dawî dike.
