Qahîre-SANA
Lîstikvanê Tîma Sûrîyê ya Lîstikên Hêzê Hadî Abas, îro di hevrikîyên fînala pêşbazîya 200 metreyî ya Qehremanîya Erebî ya Nûciwanan a Lîstikên Hêzê de beşdar dibe; Qehremanî niha li Komara Misirê ya Erebî tê lidarxistin.
Abas di pêşbazîya 100 metreyî ya bezê de di nav hevrikîyên heman Qehremanîyê de xelata zîv bi dest xistibû.
Her wiha tê zanîn ku di Qehremanîya Erebî ya Nûciwanan a Lîstikên Hêzê de, bijareyek ji bezvanên nûciwan ji welatên Erebî yên cuda beşdar dibin, û ev yek di çarçoveya hewla geșkirina behreyên nûciwanan û amadekirina wan ji bo hevrikîyên navdewletî de tê kirin.