Laziqîyê-SANA
Tişrîn, di xula futbolê ya taybet de, ber bi rêza şeşan ve bilind bû, piştî serketina li ser El-Şu’lê 2/1 di çarçoveya gera 12an de, di yarîya ku îro li yarîgeha Laziqîyê ya şaredarîyê ew li hev civandin.
Her du golên Tişrînê lîstikvanê bîyanî Osman Fay tomar kirin, her weha lîstikvan Bîlal El-Asimî ji bo El-Şu’lê golek tomar kir.
Yarîyên îro ji gera 12an, serketina Hims El-Fida’ li ser Ceblê bi çar golan bêyî bersiv, û El-Fitûwê li ser El-Ceyş bi sê golên paqij, û El-Telî’e li ser Umeye bi golekê bêyî bersiv hatin dîtin, lê yarîya Ehlî Heleb û El-Wehdê bêgol wekhev man.
Her weha yarîyên heman gerê sibê bi rûbirûbûna El-Keramê û El-Şurta li yarîgeha El-Feyha’ li Şamê bi dawî dibin.