Heleb- SANA
Wezareta Werziş û Ciwanan ragihand ku çalakîyên “Korbenda Ciwanên Helebê” ku biryar bû îro pêncşemê werin lidarxistin, ji ber rewşa niha ku bajarê Helebê tê re derbas dibe, heta demeke nedîyar hatin bipaşxistin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê eşkere kir ku ev bipaşxistin ji ber rewşa ewlehî ya niha li bajarê Helebê û ji bo parastina silametîya ciwanên beşdar û mêvanan hat girtin.
Wezaretê amaje pê kir ku dema nû ya civînê, gava rewşa ewlehî aram bibe û hêminî vegere bajêr, dê were ragihandin.
Rêxistina HSDê binpêkirinên xwe yên peymanên bi hikûmeta Sûrîyê re berdewam dike, û êrîşên xwe li ser taxên niştecihbûnê li bajarê Helebê dijwartir dike.