Şam-SANA
Sibê Çarşemê pêşbirkên qonaxa çarêka fînala Qehremanîya Remezanê ya yekem a futbolê li nav holên ku li Bajarê El-Cela’ yê werzîşî li Şamê tê lidarxistin, bi rê ve diçin.
Di yarîya yekem a çarêka fînalê de tîma Medar û El-Şewq, her wiha di yarîya duyem de tîma Bêta û Akademîya El-Samba rûbirûyê hev dibin.
Pêşbirkên vê qonaxê dusibe Pêncşemê bi hevdîtina tîma Monet Êlitna û tîma Kamp Nû berdewam dikin, di heman demê de tîma Be’elbekî rûbirûyî tîma Sêvên Days Mart dibe.