Şam-SANA
19emîn xula Pêşangeha “Syrian Medi19Care 2026” (Çavdêrîya Bijîşkî) bû şahidê amadebûneke berbiçav a şirketên pispor di warê amûr û xizmetguzarîyên laboratuwarî de, ku tê de berhem û teknolojîyên xwe yên herî nûjen di qada pişkinînên bijîşkî de pêşkêş kirin, û girîngîya pêşangehê wekî platformekê ji bo nasandina çareserîyên xwe yên laboratuwarî û haydarbûna li ser hewcedarîyên bazarê tekez kirin, bi awayekî ku di pêşxistina kerta laboratuwarî û bilindkirina asta xizmetguzarîyên wê de beşdar bibe.
Nûnerên hejmarek ji şirketên beşdar tekez kirin ku pêşangehê derfeteke girîng raber kir ji bo nasandina berhem û xizmetguzarîyên wan û xurtkirina peywendîya rasterast bi kadroyên bijîşkî, xwedîyên laboratuwaran û sazîyên tenduristîyê re, da ku piştgirîya pêşxistina kerta laboratuwarî û dabînkirina hewcedarîyên wê were kirin.
Rêveberê yek ji şirketên pispor di warê amûr û madeyên laboratuwarî de, Yasir Xetab, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê zelal kir ku ev beşdarî ji bo şirketê piştî rizgarbûnê ya yekem e, û dîyar kir ku pêşangehê derfeta peywendîya rasterast bi mişterîyan re li parêzgehên cuda cuda û haydarbûna li ser hewcedarî û kêşeyên ku rûbirûyî wan dibin, peyda kiriye.






