Şam – SANA
Yekîtîya Erebî ya Sûrî ya Futbolê rawestandina hemû çalakî û pêşbirkên futbolê di ast û beşên temenî yên cuda de heta demeke din ragihand, ev yek wekî şîneke ji bo giyanê şehîdên welat hat.
Di daxuyanîya Yekîtîya Futbolê ya ku îro li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê de weşandîye hatîye ku, ev biryar nîşana nirxandina bilind a ji bo qurbanîdanên mezin ên ku Artêşa Erebî ya Sûrî û gelê Sûrîyê di rûbirûbûna komployên li dijî welat de didin, û piştgirîya tam bi malbatên şehîdan re nîşan dide.