Berlîn-SANA
Lêkolîneke zanistî ya nû eşkere kir ku bikaranîna zêde ya înternetê dibe ku bi bilindbûna asta fişarê û têkdana rewşa derûnî ve were girêdan, ligel zêdebûna egera pașguhkirina çalakîyên rojane.
Lêkolînê tekez kir ku pirsgirêk ne di bikaranîna înternetê bi xwe de ye, lê di veguherîna wê ya bo reftareke mecbûrî de ye ku bandorê li alîyên cuda cuda yên jîyanê dike.
Ajansa Sputnikê ragihand ku lêkolîna di kovara “PLOS ONE”ê de hatiye weşandin, ji alîyê lêkolînerên Zanîngeha Duisburg-Essen a Almanyayê ve hatiye encamdan û nêzîkî 900 kesên balix li Almanyayê li xwe girtiye, bi armanca lêkolînkirina şêwazên bikaranîna înternetê di warên cuda cuda de; ji wan platformên medyaya civakî, lîstikên vîdyoyê, kirîna elektronîkî û xizmetên din ên dîjîtal.
Lêkolîneran beşdar li gorî şêwazên bikaranînê dabeşî sê kategorîyan kirin: Bikarhênerên di nav sînorên asayî de, yên din ku bikaranîna wan xwedî metirsî ye, ligel kesên ku ji bikaranîneke nexweşîyane dinalin; ev jî şêwazek e ku înternet tê de dest bi bandorê li ser tenduristîya derûnî û çalakîyên rojane dike.
Ji beşdaran hat xwestin ku rewşa xwe ya rojane di heyama du hefteyan de belge bikin, bi rêya tomarkirina astên fişarê, rewşa derûnî, hejmara saetên bikaranîna înternetê û asta kêfxweşîya di dema gerandina tora înternetê de, ligel şopandina ka ev bikaranîn bûye sedema paşguhkirina çalakîyên din yan na.
Encamên lêkolînê nîşan dan ku kesên ku înternetê zêde bi kar tînin, demeke dirêjtir di gerandina torê de derbas dikin û bêtir rûbirûyî hesta fişarê û têkçûna rewşa derûnî dibin, ligel kêmbûna beşdarîya wan di çalakîyên bedenî û têkilîyên civakî de li hemberî beşdarên din.
Ev encam girîngîya xurtkirina bikaranîna hevseng a înternetê û amrazên dîjîtal piştrast dikin, bi awayekî ku beşdarîyê di parastina tenduristîya derûnî û handana beşdarîya di çalakîyên civakî û rojane de dike.