Waşington-SANA
Kompanya Apple taybetmendîyeke nû ya ku xwe dispêre teknolojîyên zîrekîya destkird di nav hejmareke sînordar a firoşgehên xwe de diceribîne. Ev taybetmendî rê dide tomarkirina axaftinên di navbera bikarhêner û karmendên çakkirinê di Genius Bar de û veguherandina wan bo deq û puxteyên otomatîk ku li dosyayên rûniştinên çakkirinê tên zêdekirin.
Armanca jî jê kêmkirina dema ku karmend ji bo nivîsandina têbînîyên bi destan dibe û guhdana zêdetir bi pirsgirêkên amûran û pêdivîyên bikarhêneran.
Li gorî raporeke ku malpera Gizmodo ya pispora di nûçeyên teknolojî û nûjenîyê de pêr weşandiye, taybetmendîya ceribandinê ya ku navê “Live Notes” hildigire, dest bi tomarkirina axaftinan nake heta ku bikarhêner û karmend razî nebin.
Ev pergal, deng veduguherîne deqekî nivîskî û puxteyekê diafirîne ku hûrgilîyên pirsgirêkê û rêkarên ku li ser hatine lihevkirin li xwe digire, paşê wê di nav tomara rûniştina çakkirinê de li ser amûra iPadê ya ku ji alîyê karmend ve tê bikaranîn, diparêze.
Raporê destnîşan kir ku Apple piştrast dike ku tomarkirina dengî ya resen piştî bidawîbûna rûniştinê nayê parastin, û rêveberên firoşgehan deqên tevahî yên axaftinan bi dest naxînin.