Waşington-SANA
Kompanya Apple-ê bernameyeke nû ya saeta xwe ya zîrek “watchOS 26.6” da destpêkirin, ku çareserkirina şaşîyan, pêşxistina ewlehî û performansê li xwe digire.
Ev yek jî wekî amadekarîyekê ye ji bo destpêkirina watchOS 27 ku tê çaverêkirin di meha Îlona bê de were weşandin.
Malpera “9to5Mac” a teknolojîyê duh Sêşemê ragihand ku ev nûkirin balê dikişîne ser xurtkirina aramîya pergala xebitandinê ya heyî û bilindkirina asta ewlehîyê, di çarçoveya amadekarîya kompanyê de ji bo weşandina watchOS 27, ku dê komek taybetmendîyên nû bi xwe re bîne.
Apple-ê di têbînîyên fermî yên weşanê de dîyar kir ku watchOS 26.6 çareserkirina şaştîyan û nûkirinên ewlehîyê ji bo saetên Apple-ê li xwe digire. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku nûkirin berî weşanên sereke bi gelemperî li şûna zêdekirina taybetmendîyên nû, bêtir balê dikişînin ser baştirkirina aramî û performansê.