Ottawa-SANA
Tîmeke lêkolînê ji Fakulteya Endezyarîyê ya Zanîngeha Toronto ya Kanadayê materyaleke nanoyî ya nû afirandin ku hêza wê nêzîkî polayê karbonî ye û sivikîya wê nêzîkî materyalê stayrofomê (îsfenc) ye.
Tîma lêkolînê dîyar kir ku algorîtmayên fêrbûna makîneyê, nemaze algorîtmayên “Bayesian” ên pirarmanc, roleke sereke di hilbijartina şêweyên herî baş ên toran de lîstin ji bo belavkirina zextê bi awayekî wekhev.
Encaman nîşan da ku torên pêşketî li gorî sêwirên berê hêz du qat zêde kirine, ev yek jî vê materyalê ji bo bikaranîna di gelek sektoran de dike materyaleke hêvîdar.