Tokyo-SANA
Japonya xwe amade dike ku yekemîn peyka darîn li cîhanê bi navê “LignoSat”ê bişîne esmên, ev pêngaveke zanistî ye ku armanc dike pirsgirêka şûnmayên esmên ên ku her diçin zêde dibin sînordar bike û bandorên jîngehê sivik bike.
Peyk ji darê magnolyayê tê çêkirin, ev ezmûnek e ku di pîşesazîya esmên de wekî yekemîn car madeyên ku di xwezayê de dihelin tên bikaranîn.
Her wiha hin mînakên daran nêzî salekê li ser Wîstgeha Esmên a Navneteweyî di bin ceribandinan de man, û encamên erênî dan; nîşanên helînê yan xerabûnê lê xuya nekirin, ji ber ku di esmên de oksîjen û zindîwerên hûrik nînin.
Hêjayî gotinê ye ku serkeftina vê ezmûnê rê li ber pejirandina madeyên dostên jîngehê di pîşesazîya peykan de vedike, ev jî di pêkanîna domdarîyeke mezintir di sektora esmên û parastina gerstêrka Erdê de dibe alîkar.