Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Gel a li Şamê, bi amadebûna Wezîrê Veguhastinê Ye’rub Bedir, bi Wezîrê Veguhastin û Xizmetguzarîyên Lojîstîk ê Siûdî Salih bin Nasir El-Casir re civîya, piştî îmzekirina du memorandumên hevtêgihiştinê di navbera Sûrîye û Erebistana Siûdî de ji bo hevkarîya di warên rêhesin û rêyan de.
Her du memoranduman bal kişand ser pevguhertina ezmûnên pisporî û teknîkî, pêşxistina binesazîya xebitandinê û yasayî, xurtkirina ewlehî û dîjîtalkirinê, perwerdekirina kadroyan û pêşxistina pîşesazîyên girêdayî rêhesinê li hundirê welêt, ligel pevguhertina lêkolîn û ezmûnên taybetmend di sektora rêyan de, bi rengekî ku piştgirîya pêşxistina pergaleke veguhastinê ya nûjen, hevgirtî û domdar bike.

