Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, di peywendîyeke telefonî de ku duh Pêncşemê ligel Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan encam da, têkilîyên dualî yên di navbera her du welatên bira de û rêyên xurtkirina hevkarîya hevbeş bi rengekî ku xizmeta berjewendîyên wan bike, gotûbêj kirin.
Di peywendîyê de geşedanên herî dawî yên rewşa herêmî jî guftûgo kirin; ku tê de her du alîyan girîngîya berdewamîya şêwirdarî û hevahengîyê, her wiha piştgirîkirina hewldanên bi mebesta çespandina ewlehî û aramîya li herêmê, dupat kirin.
Di dawîya peywendîyê de jî, her du alîyan tekezî li ser girîngîya berdewamîya peywendîyê derbarê mijarên xwedî berjewendîya hevbeş de kirin, bi awayekî ku beşdarîyê di piştgirîkirina aramîya herêmî û xurtkirina xebata Erebî ya hevbeş de bike.