Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’, li Koşka Gel li Şamê, bi karsazê Misrî Hesen Elam re civîya.
Di civînê de, derfetên hevkarîyê û avakirina hevbeşîyan di sektorên geşepêdana xanûbere, avahîsazî û nûjenkirina binesazîyê de hatin gotûbêjkirin.
Her wiha qala rewşa jîngeha kar li Sûrîyê û gavên hikûmetê yên bi armanca xurtkirina balkêşîya bazara Sûrîyê li pêşberî veberhênanên bikalîte yên ku beşdarî piştgirîkirina proseya başbûn û geşepêdanê dibin, hat kirin.