Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Koşka Gel a li Şamê, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên û şandeya pê re, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed El-Şeybanî pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de têkilîyên dualî û rêyên pêşxistina hevkarîyê di warên cuda de hatin gotûbêjkirin, her weha pêşhateyên dawî yên rewşa herêmî û navneteweyî û xurtkirina asta hemahengî û şêwirê di navbera her du welatên bira de li hemberî astengîyên hevpar hatin nirxandin.


