Şam-SANA
Bi amadebûna Serok Ehmed El-Şeri’ çalakîyên Qehremanîya Pêşandana Niştimanî ya Bedewîya Hespên Erebî yên Resen li Meydana El-Nuxbe ya Navdewletî ii Yaneya Hespsiwarîyê ya Navendî li Dîmasa gundewarê Şamê dest pê kirin.
Serokê Yekîtîya Hespsiwarîyê û Serokê Komîteya Amadekar a Qehremanîyê Zeyd Ebû Zeyd, di gotinekê di dema vekirina qehremanîyê de tekez kir ku ev çalakî pêgeha hespên Erebî di kelepûra Sûrîyê de nîşan dide.
Serokê Yekîtîya Hespsiwarîyê her wiha dîyar kir ku ev qehremanî nîşana balpêdana taybet e ji bo parastina vê mîrata resen û xurtkirina amadebûna wê wekî beşekî ji nasnameya çandî û niştimanî.
Ebû Zeyd di berdewamîya axaftina xwe de eşkere kir ku ev çalakî hezkerên hespên Erebî yên resen, xwedîkerên hespan û hespsiwaran ji herêmên cihêreng tîne cem hev, bi armanca pîrozkirina vê mîrata kevnar û nîşandana bedewî, resenî û hêza hespên Erebî, ligel çandina nirxên hevrikîya paqij di navbera beşdaran de.
Navborî destnîşan kir ku hespên Erebî girêdayî dîrok û rûmeta neteweyê ne û hedîseke Pêxemberê birûmet Mihemed (s.x.l) wekî mînak anî dema dibêje: “Xêr û xweşî heta roja qîyametê bi enîya hespan ve girêdayî ye”.
Serokê Yekîtîya Hespsiwarîyê û Serokê Komîteya Amadekar a Qehremanîyê Zeyd Ebû Zeyd li dawîyê piştrast kir ku parastina vê mîratê berpirsiyarîyeke hevpar e û hewcedarî hevkarîya hemû alîyan e.
