Şam-SANA
Bi amadebûna Serok Ehmed El-Şeri’, wezaretên Navxwe û Tenduristîyê îro Înê Kampîna Niştimanî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir û Dermankirina Alûdebûnê dan destpêkirin. Ev yek di merasîmeke fermî de ku li Koşka Kongreyan li Şamê li jêr dirûşma “Sûrîye bêyî madeyên hişbir” hat lidarxistin, pêk hat.
Rûbirûbûna madeyên hişbir berpirsîyarîyeke hevbeş e
Wezîrê Navxwe Enes Xetab di dema kongreya destpêkirina Kampîna Niştimanî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir û Dermankirina Alûdebûnê de got: Em îro bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir dicivin da ku em piştrast bikin ku ewlehî berpirsîyarîya her kesî ye, avakirina welat pêk nayê heta ku hemû gelê wî nebin yekdest û belaya madeyên hişbir nayê çareserkirin heta ku em hemû wekî hikûmet û milet, di têkoşîna li dijî wê de nebin yekdest.

Wezîr Xetab her wiha got: Ji ber vî erkî, em destpêkirina Kampîna Niştimanî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir û Dermankirina Alûdebûnê radigihînin, wekî tekezîyekê li ser pabendbûna me bi parastina mirov, civak û bihêzkirina ewlehî û aramîyê.
Wezîrê Navxwe bal kişand ser wê yekê ku rûbirûbûna madeyên hişbir êdî ne tenê mijareke navxweyî ye ku girêdayî dewletekê bi tenê be, lê belê bûye berpirsîyarîyeke navdewletî û mirovî ya hevpar ku hevgirtina hewldanan dixwaze ji bo rûbirûbûna metirsîyên vê belaya sînorbir.

Wezîr dîyar kir ku têkoşîna li dijî madeyên hişbir ne tenê erkekî ewlehîyê ye, lê erkekî niştimanî û rewiştî ye, ji ber wê metirsîya ku ev bela li ser mirov û civakê çêdike.
Her wiha destnîşan kir ku Sûrîye di dîroka xwe ya dirêj de çirayeke zanist û çandê bû, lê belê rejîma têkçûyî, bi rêya kiryarên xwe yên tawankarî, ew veguherand mezintirîn çavkanîya keptagon û madeyên jerîn, û beşdarî di belavkirina vê afatê de li hundir û derve kir, wekî amûrekê ji bo şantajê, çekekî ji bo şerkirinê, û çavkanîyekê ji bo fînansekirina neqanûnî.
Wezîr Xetab tekez kir ku dewleta Sûrîyê îro bi hemû biryardarî û vîna xwe kar dike ji bo vegerandina rûyê rastîn ê Sûrîyê, wekî dewleteke jîyan, zanist û geşepêdanê, û hevkareke berpirsyar di parastina ewlehîya herêmî û navdewletî de, û têkoşîna li dijî tawana rêxistinkirî bi hemû şêweyên wê.
Rêçên Kampînê
Wezîr Xetab eşkere kir ku Kampîna Niştimanî ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir xwe dispêre sê rêyên sereke:
1- Cîbicîkirina qanûnê di têkoşîna li dijî madeyên hişbir û şopandina tawanbaran.
2- Xweparastin û hişyarkirin bi rêya xurtkirina rola malbatê, sazîyên perwerde û fêrkirinê û rêxistinên civakî.
3- Dermankirin, perwerdekirin û jinûve entegrekirin, û ev tev de tenê bi rêya hevkarîyeke niştimanî û navdewletî ya çalak pêk tên.
“Serê pêşî mirov”.. Ji xweparastinê heta başbûn û jinûve entegrekirinê:
Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Tenduristîyê Mus’eb El-Elî di axaftina xwe de destnîşan kir ku destpêkirina Kampîna Niştimanî ya hevbeş ku wezaretên Navxwe û Tenduristîyê bi hevkarîya ligel hevkarên din ên navdewletî û xwecihî pêşengîya wê dikin, wekî derbirîneke pabendbûna bi parastina ewlehîya tenduristî û civakî ya mirovê Sûrî tê, li gorî dirûşma Wezareta Tenduristîyê “Serê pêşî mirov”.

Wî bal kişand ser wê yekê ku Wezareta Tenduristîyê ji destpêkê ve bi awayekî sazûmanî û birêkxistî, bi hevkarîya ligel hevkarên niştimanî, Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO), Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Madeyên Hişbir û Têkoşîna li Dijî Tawanan (UNODC), û hevkarên din kar kiriye ji bo pêşxistina dîtineke stratejîk ku yekkirina protokolên dermankirinê, avakirina sîstemeke şopandin û nirxandinê, xurtkirina xweparastinê û destnîşankirina pêşwext, ligel terxankirina xizmetên perwerdekirin û jinûve entegrekirinê li xwe digire.
Destkeftên ewlehîyê yên taybet û bêmînak
Di heman demê de, Rêveberê Rêveberîya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir Xalid Îd got: Rejîma revîyayî Sûrîyê ji welatê çand û şaristanîyê veguherand çewlikeke hilberîna keptagonê û qaçaxçîtîya wê bo piranîya welatên derdorê û vê yekê mîraseke giran li ser civaka navxweyî û navdewletî li pey xwe hişt.

Wî her wiha got: Piştî 8ê Kanûna Yekem a 2024an, me biryar da ku em qonaxeke nû ava bikin. Ev qonax di xebata ji bo hilweşandina torên qaçaxçîtîya navdewletî û kargehên xwecihî, şopandina bazirganan û vegerandina pêgeha cîhanî ya Sûrîyê de pêk hat. Me rêbazeke nû da meşandin bi rêya pêkanîna çend lêdanên pêşwext, ji bo ziwakirina çavkanîyên fînansekirinê û kargehên berhemanîna madeyên hişbir. Sûrîyê dest bi rêbazeke ewlehî ya tund kir ku xwe dispêre hilweşandina torên qaçaxçîtîya navxweyî û navdewletî, ji holê rakirina çavkanî û embaran li piranîya deverên Sûrîyê. Her wiha girtina hejmarek ji bazirganên madeyên hişbir ên ku di lîsteyên Înterpolê de tên xwestin.
Îd her weha eşkere kir ku hewldanên têkoşîna li dijî madeyên hişbir bûn sedema jinavbirina 17 kargehên berhemanîna keptagonê û 20 embarên ku madeyên xam tê de bûn, û têkbirina 90 torên qaçaxçîtîya madeyên hişbir. Her wiha ser nêzîkî 700 mîlyon hebên keptagonê, 15 ton heşîş, 84 kîlogram krîstal, 10 mîlyon hebên dermanên hişbir ên curbecur, 18 kîlogram kokaîn û 7 kîlogram eroîn de hatin desteserkirin, ji bilî 221 ton madeyên xam ên ku di pîşesazîya keptagonê de tên bikaranîn.
Avakirina sîstemeke yekgirtî ji serî ve
Ji alîyê xwe ve, Rêveberê Rêveberîya Tenduristîya Derûnî li Wezareta Tenduristîyê Wail El-Ras got: Wezaretê dest bi danîna dîtineke stratejîk û nexşerêyekê bi hevkarîya pisporên Sûrî û navdewletî kir, piştî ku mîrateyeke dijwar ji rejîma têkçûyî wergirt.
Wî dîyar jî kir ku Rêveberîya Tenduristîya Derûnî hat avakirin, piştre Encumena Tenduristîya Derûnî û alûdebûnê hat damezirandin ku wezaretên têkildar ên cihêreng li xwe digire, bi giranîdana ser perwerdekirina kadroyên niştimanî û avakirina komek perwerdekarên niştimanî.
Rêveberê Rêveberîya Tenduristîya Derûnî li Wezareta Tenduristîyê, hewldanên ku di pêşxistina binesazîyê de hatine kirin pêşkêş kirin. Wî bal kişand ser nexweşxaneya Ibn Ruşd ku niha di navbera 25 û 40 textî de pêşwazî dike û kar tê kirin ku şîyana wê ya hewandina nexweşan bigihêje 80 textî, û nexweşxaneya Ibn Sîna li Gundewarê Şamê. Ji bilî çalakkirina yekîneya alûdebûnê li Nexweşxaneya El-Heyat li Harimê li Idlibê, û nexweşxaneya Ibn Xeldûn li Helebê ku niha 20 textî dihewîne û kar tê kirin ku bibe 80 text.
Di merasîmê de Serok Ehmed El-Şeri’ û Wezîrê Hundir Enes Xetab bav û zarokên şehîd Xalid Ridwan El-Hac Ebdillah xelat kirin, ku endamekî Wezareta Hundir bûye û di dema pêkanîna erka xwe ya têkoşîna li dijî madeyên hişbir de şehîd ketiye.
Di merasîma destpêkirina kampînê de hejmarek wezîr, parêzgar, balyoz, serok û nûnerên şandeyên dîplomatîk ên pejirandî li Sûrîyê, nûnerên hejmarek rêxistinên navdewletî û niştimanî, û kesayetên civakî û xwecihî amade bûn.




