Berlîn – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ tekez kir ku têkilîyên di navbera Sûrîyê û Almanyayê de li ser bingehê bawerîya dualî û stûnên aborî yên girîng ji nû ve têne avakirin, bi awayekî ku derfetên hevkarîyê di qonaxa bê de xurt dike.
Serok Ehmed El-Şeri’ îro roja Duşemê ji Berlînê bernameyeke “Avakirina Dûbare” ragihand, ku serpêhatîyên 1.3 mîlyon Sûrîyên li Almanyayê bi kar tîne. Di civîneke wezarî de ligel kompanyên Almanî, wî xurtkirina têkilîyên aborî û guhertinên di qanûna veberhênanê de gotûbêj kirin. Wî tekezî li ser hevkarîya ligel Almanyayê (aborîya sêyem a cîhanê) di warên “Zîrekîya Destkird”, çandinî û ragihandinê de kir.
Kompanyên Almanî di sektorên enerjî, fînanse, veguherîna dîjîtal û xizmetguzarîyên tenduristîyê de pêşnîyar pêşkêş kirin. Her wiha, memorandûmên têgihîştinê ji bo xurtkirina hevkarîya aborî ligel alîyê Sûrî hatin îmzekirin.