Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri` îro Duşemê mersûmê hejmar (110)an derbarê xişteya pênaseya gumrikî ya lihevhatî derxist, û dê ji 1-6-2026an kar pê were kirin.
Li jêr naveroka mersûm e:
Mersûmê Hejmara (110)an yê sala 2026an
Serokê Komarê
Li gor bingeha hukmên ragihandina destûrî,
Û li ser bingeha hukmên madeya 27an ji mersûmê gumrikê yê hejmara 109an yê sala 2026an z.
Ev biryar hate dayîn:
Madeya (1): Xişteya pênaseya gumrikê ya pêvek a bi navê ” Pênaseya Gumrikê ya Lihevhatî” tê çespandin.
Madeya (2): Serokê Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gumrikê û li ser pêşnîyara Rêveberîya Giştî ya Gumrikê, guhertinên girêdayî danasîn û kodkirina kelûpelên di xişteya ku di madeya (1) a vê mersûmê de hatîye destnîşankirin derdixe, ew jî li gor guhertinên ku ji alîyê Rêxistina Gumrikê ya Cîhanî ve hatine derxistin, û bêyî ku bibe sedema guhertina bacên gumrikî.
Madeya (3): Kar bi bendên mersûmê hejmar (2651)ê, ê dîroka 9-5-2001ê û mersûmê hejmar (377)an ê dîroka 27-11-2014an, û hemû guhertinên berovajî wan, ji dîroka destpêkirina vî mersûmî ve tê sekinandin.
Madeya (4): Ev mersûm di rojnameya fermî de tê weşandin, û ji 1-6-2026an pê ve kar pê tê kirin.
