ŞAM-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ bi rêya telefonê bi Mîr Mihemed bin Selman Al Siûd, Cîgirê Şahzade û Serokê Encumena Wezîran li Padîşahîya Erebistana Siûdî re axivî.
Di pêwendîya telefonî ya îro Yekşemê de, têkilîyên dualî yên navbera her du welatan û rêyên xurtkirina wan di warên cuda de hatin nirxandin.
Her wiha pêşhateyên dawî yên li Sûrîyê û hejmarek mijarên xwedî berjewendîya hevpar hatin gotûbêjkirin, ligel tekezîkirina li ser yekîtîya Sûrîyê û serwerîya wê li ser tevahîya axa wê.