ŞAM-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ pêwendîyeke telefonî ligel Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî encam da, ku tê de pêşhateyên dawî yên rewşa Sûrîyê hatin nirxandin, û tekezî li ser yekîtî, serwerî û aramîya Sûrîyê hat kirin.
Barzanî di dema pêwendîyê de pesna mersûma serokatîyê ya hejmar (13) a sala 2026an da, ku maf û taybetmendîyên Kurdan li Sûrîyê garantî dike.