Serok Ehmed El-Şeri’ bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re bi rêya telefonê axivî û di wê hevdîtinê de li ser pêşketinên dawî yên li herêmê û rêbazên xurtkirina aramî û ewlehiyê axivîn.
Di vê hevdîtinê de, Serok El-Şeri’ piştrast kir ku hemû mafên Kurdan, tevî mafên wan ên neteweyî, siyasî û sivîl, hatine garantîkirin. Barzanî piştgirîya xwe ji bo peymana dawî ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê de nîşan da.
Herdu alî li hev kirin ku hevrêzî û şêwirmendiyên hevbeş bidomînin da ku aştî û ewlehî li herêmê misoger bikin û nakokiyan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hemûyan bike çareser bikin.