Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şer’ di peywendîyeke telefonî de ligel Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan, têkilîyên biratîyê û rêyên xurtkirina hevkarîyê di warên cuda de gotûbêj kirin, bi taybetî di warên geşepêdan, aborî û veberhênanê de. Ev bi mebesta xizmetkirina pêşînîyên geşepêdanê û berjewendiyên hevbeş ên her du welatan, da ku bibe sedema geşbûn û xweşguzarîya her du gelan.
Her wiha her du alîyan li ser çend mijarên herêmî yên hevbeş nêrînên xwe parve kirin, ku di serî de geşedanên li herêma Rojhilata Navîn û bandora wan li ser ewlehî û aştîya herêmî û navneteweyî, ligel hewldanên di vî warî de hatine kirin.