Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ piştrast kir ku destpêkirina Encumena Gel qonaxeke niştimanî ya girîng e, ku em pê gaveke nû ber bi çespandina şûrayê û berpirsyarîyê, û avakirina sazîyên dewletê li ser bingehên dîyalog, jêhatîbûn û serwerîya qanûnê diavêjin.
Derbarê destpêkirina karên endamên encumenê jî, Serok El-Şeri di rêya platforma “X”ê got: “Ez destpêkirina karên endamên encumenê li wan pîroz dikim, û hêvîya serkeftinê ji wan re dixwazim di hilgirtina vê emaneta niştimanî de, ji bo xizmetkirina gelê me, û wekî piştgirîyekê ji bo rêça avakirina Sûrîyê û geşbûna wê.”