Antalya – SANA
Serok Ehmed El-Şeri′ îro li Antalyayê, bi amadebûna wezîrên derve û hewalgirîyê yên Sûrîyê, ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan û Serokê Hewalgirîyê Îbrahîm Kalin civînek li dar xist, da ku mijarên xwedî berjewendîyên hevbeş gotûbêj bikin.
Her du alîyan di dema hevdîtinê de, rêyên xurtkirina hevkarî û hevahengîya hevbeş, ligel geşedanên rewşa li herêmê gotûbêj kirin.
Ev hevdîtin di çarçoveya serdana fermî de tê ya ku Serok El-Şeri′ bo Komara Tirkîyê encam dide, ji bo beşdarbûna di gera pêncemîn a Foruma Dîplomatîk a Antalyayê de.