Şam-SANA
Birêz Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Koşka Gel li Şamê, pêşwazî li Serokê Encumena Wezîran a Komara Libnanê birêz Newaf Selam kir, bi amadebûna şandeyên wezîran ji her du welatan.
Di hevdîtinê de rêyên xurtkirina têkilîyên dualî yên di navbera her du welatên bira de, û geşepêdana hevkarîya aborî û bazirganî bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike hatin gotûbêjkirin. Her wiha xurtkirina hevahengîya ewlehîyê ji bo piştgirîya aramîyê û rûbirûbûna astengîyan, ligel pevguhertina nêrînan li ser geşedanên herêmî û navdewletî û mijarên cihê balkêşîya her du alîyan hatin nirxandin.







