Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ peywendîyeke telefonî ji Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî wergirt. Di peywendîyê de têkilîyên dualî û rêyên xurtkirina hevkarîya di navbera her du welatan de di qadên cihêreng de hatin gotubêjkirin.
Her wiha her du alîyan li ser geşedanên herêmî û mijarên sîyasî û ewlehîyê yên hevbeş nêrînên xwe pev guherandin, tevî teqezkirina li ser pêwîstîya hevahengîya hewldanan ji bo xurtkirina aramîyê û pejirandina dîyalogê ji bo çareserkirina qeyranan.
Her du alîyan teqezî li ser girîngîya berdewamîya hevkarîya hevbeş kirin ji bo rûbirûbûna kêşeyên heyî, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên neteweyî yên her du welatan bike û daxwazên gelên herêmê yên ji bo ewlehî û aramîyê bi cih bîne.
Di dawîya peywendîyê de, her du alîyan teqezî li ser xurtîya peywendîyên dîrokî yên ku her du welatan digihînin hev, û xwesteka hevbeş ji bo berdewamîya şêwir û hevahengîyê di qad û astên cihêreng de kirin.