Serok Ehmed El-Şeri’ îro serdaneke fermî bo Dewleta Îmarata Erebî ya Yekbûyî encam dide, û di çarçoveya wê de ligel Serokê Îmaratê Mihemed bin Zayid Al Nehyan dicive, ji bo gotûbêjkirina geşedanên li herêmê û rêyên xurtkirina hevkarîya dualî.
Serok El-Şeri’ duh bi serdana Siûdîyê dest bi geşteke Kendavê kiribû, ku di çarçoveya wê de ligel Şahzadeyê Cînişîn Mîr Mihemed bin Selman Al Siûd civîya û pê re berfirehkirina hevkarîyên aborî û veberhênanê gotûbêj kirin. Her wiha her du alîyan pêşhateyên rewşa herêmî û navneteweyî û bandora wan li ser ewlehîya herêmê nirxandin.
Îro jî berî demekê, Serok El-Şeri’ li Dohayê ligel Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm bin Hemid Al Sanî civîya, û her du alîyan giringîya peywendîyên dualî û pêşxistina wan di warên cuda de tekez kirin.
Serok El-Şeri’ piştevanîya Sûrîyeyê ligel welatên Erebî yên ku rûbirûyê êrîşên Îranî bûne, nû kir. Her wiha di civînê de pêşhateyên rewşa herêmî û navneteweyî û rêyên hevahengîyê bi awayekî ku ewlehî û aramaîya herêmê biparêze, hatin nirxandin.