Serok Ehmed El-Şeri’ di peyameke vîdyoyî de ji bo beşdarên kampanyaya “Heleb Dayika Hemûyan e” got: Heleb ji bo me tiştekî herî mezin bû, ew kilît û dergehê tevahîya Sûrîyê bû, û ew dergehê aborî ye ku dê welat pê rabe.
Piştî rakirina cezayan li ser Sûrîyê û vebûna li ser wê, dê Heleb ne tenê di asta navxweyî de, lê di asta herêmî de jî bibe xwedî pêgeha yekem, û wê bibe dergehê bingehîn ê çalakîya aborî û bazirganî li seranserî Sûrîyê.
Divê em hejarîyê li Helebê ji holê rakin, piştre berê xwe bidin parêzgehên din da ku em hejarîyê ji ser gelê Sûrîyê bi tevahî rakin.
Sûrîye ji welatekî ku ji alîyê takekesan ve dihat birêvebirin, veguherî gelê ku welat bi rê ve dibe, û rola we ya aborî, çandî û civakî li ser asta tevahîya Sûrîyê girîng e.
Em hêvî dikin ku çavên we her li ser avakirin û geşepêdana Helebê bin, û bila ev karên xêrxwazîyê bi dawî nebin, ji ber ku Helebê di Şoreşa Sûrîyê ya pîroz de gelek tişt dan, û gava ez dibêjim Heleb, mebesta min gundewar û bajêr bi hev re ne.