Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri‘ tekez kir ku 80emîn salvegera Cejna Celayê (derketina Fransa ji Sûrîyê) helkefteke niştimanî ye ku di dilê Sûrîyan de gîyanê rûmet û serxwebûnê zindî dike.
Serok El-Şeri’ bal kişand ser wê yekê ku ev salveger di bin sîya destkeftên mezin ên ku gelê Sûrîyê bi dest xistine û hîn jî bi dest dixe de tê; bi rêya rizgarkirin û yekkirina welat, û destpêkirina proseya avakirina dewletê û vejîna wê, ji bo vegerandina Sûrîyê bo rola wê ya pêşeng li ser asta herêmî û navdewletî.