Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri` duh peywendîyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya El-Sûdanî re pêk anî. Di peywendîyê de geşedanên rewşa herêmî hatin nirxandin, nexasim geşedanên girêdayî alozîya navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Îsraîl û Îranê û bandorên wê li ser ewlehî û aramîya herêmê.
Her du alîyan bal kişand ser girîngîya xurtkirina hevahengî û hevkarîya ewlehî ya hevbeş, bi awayekî ku ewlehîya her du welatên bira biparêze û aramîya herêmê misoger bike. Her wiha tekezî li ser pêwîstîya pêşxistina dîyalog û çareserîyên siyasî kirin, da ku gelên herêmê ji alozî û rageşîya zêdetir werin parastin.
Her du alîyan her wisa tekezî li ser kûrahîya peywendîyên biratîyê yên di navbera Sûrîye û Iraqê de kirin, û daxwaza xwe ya ji bo berdewamîya şêwir û hevahengîyê nîşan dan, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike û beşdarî piştgirîkirina aramîya herêmî bibe.